Îran di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bide, fermandarên pasdaran ji Sûriyê vedikşîne

1 Sibat 2024 - 10:30
1 Sibat 2024 - 10:30
 0
Îran di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bide, fermandarên pasdaran ji Sûriyê vedikşîne

Îro 01.02.2024ê ajansa Reutersê ragehand ku Îranê biryar daye hejmara berpirsên xwe yên li Sûriyê kêm bike û di çarçoveya wê biryarê de jî Sipaha Pasdarên Îranê hejmarek ji fermandar û şêwirmendên xwe yên leşkerî li Sûriyê vekêşandiye.

Hêjayî gotinê ye ew biryara Îranê di demekî wisa de ye ku di wan demên dawiyê de Îsraîlê bi mûşek û balefirên şer êrîşî şêwirmend û fermandarên payebilindên Sipaha Pasdaran kir û di çend operasyonan de gelek şêwirmend û fermandarên payebilindên Sipaha Pasdaran kuştin.

Li gor çavdêran, ev yek tirs û vekêşîna zêde ya Îranê ye ji vî şerî û hewar hewara desthilatdarên Îranê ya li dijî Îsraîlê dikirin û di cîha bersiva bombebarana Îsraîlê bidin de fermandarên pasdaran ên li Sûriyê vedikşînin, nîşaneya zêde ya tirsa ji wî şerî ye.

Ev nûçe bi tevahî 1017 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:11:38