Îran di meha borî de 30 Kurdan girt

Di heyama yek mehê de li rojhilatê Kurdistanê 30 hemwelatiyên kurd bi tometên siyasî û mezhebî ve ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin girtin.

5 Hezîran 2017 - 10:08
5 Hezîran 2017 - 10:08
 0
Îran di meha borî de 30 Kurdan girt

Li gor zanyariyên navenda amar a Hengaw hêzên ewlehiya Îranê ew 30 hemwelatiyane di meha Gulanê de girtine ku hemû jî bi tometa siyasî û mezhebî ve hatine girtin.

Li gor navenda amar a Hengaw ew 30 hemwelatiyane xelkên wan bajarên Kurdistanê ne

9 kes hemwelatiyên Şino

7 kes hemwelatiyên Bokanê

7 kes hemwelatiyên Gîlan a rojavayê parêzgeha Kirmaşanê

3 kes hemwelatiyên Bane

3 kes hemwelatiyên Ormiye

Hemwelatiyek jî xelkê Nexede ye.

Li gor zanyariyên bidest ketine li bajarê Gîlanê dervey wan 7 kesan 23 hemwelatiyên din jî hatine girtin, ku derbarê nasname û çarenivîsa wan de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

1 xwendin

Ev nûçe bi tevahî 2216 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:20:49