Îran: Em ji Sûriyê navekişin

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku, ew dê li ser karê xwe yê şêwermendiya leşkerî li Sûriyê berdewambin û hêza xwe ji wî welatî navekişînin.

19 Berfanbar 2017 - 04:06
19 Berfanbar 2017 - 04:06
 0
Îran: Em ji Sûriyê navekişin

Sekreterê encûmena bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku heta hemû komên terorîst bên jinavbirin, ewê li Sûriyê bimînin, ji ber hebûna wan li wir lli ser daxwaza hikumetê ye.

Rayedarê îranî di daxuyaniyên xwe de behsa rêkeftinên leşkerî kir ku Amerîka û Erebistana Siûdî û Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî kir û got: "Propogandayên medyayî nikarin rûyê kirêt ê tawanbar û xwînrijan veşêre ku bi hezaran jin, zarok û kal û pîrên gelê Yemenê yê sivîl kuştin."

Ev nûçe bi tevahî 1618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:34:18