Îran: General Silêmanî plana Îsraîla duyem a li Kurdistanê têk bir

Serokê Ofîsa Ayetullah Elî Xamaneyî, Mihemedî Gulpayeganî diyar kir ku bi hewlên Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi ser pasdarên Îranê ve, plana avakirina Îsraîla duyem a li ser axa Herêma Kurdistanê têk bir.

24 Cotmeh 2017 - 14:57
24 Cotmeh 2017 - 14:57
 0
Îran: General Silêmanî plana Îsraîla duyem a li Kurdistanê têk bir

Li gorî agahiyên li ser malpera NRTê Serokê Ofîsa Ayetullah Elî Xameneyî, Mihemedî Gulpayeganî diyar kiriye ku bi fermana Xamaneyî û hewldanên Qasim Silêmanî ve plansaziya avakirina Îsraîla duyem a li ser axa Kurdistanê têk bir.

Gulpayengî îdia kir ku Amerîka û Îsraîl plan dikin ku li ser axa Herêma Kurdistanê Îsraîla duyem ava bikin û got, "Lê bele hewldanên Qasim Silêmanî ew plan têk bir û bêyî rijandina xwînê dest danîn ser Kerkûk û navçeyên derdora wê."

Ev nûçe bi tevahî 1964 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:55:10