Îran: Me projeya Kurdistana mezin serûbin kir!

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Elî Caferî di axaftina xwe de ragihand ku me plana Kurdistana mezin têk bir.

4 Berfanbar 2017 - 04:51
4 Berfanbar 2017 - 04:51
 0
Îran: Me projeya Kurdistana mezin serûbin kir!

Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Elî Caferî li Urmiyê di merasimekê de got: "Lİ herêmê plana Kurdistana mezin di van mehên dawiyê de hat têkbirin û di koka xwe de hate fetisandin."

Her wiha Mihemed Elî Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dijmin di her warekê de hewl dide ku ewlehiya herêmê têk bibe, lê hemû hewldanên wan tên têk çûn û plana Kurdistana mezin jî hat fetisandin."

Caferî di dirêjiya axaftina xwe de şerê li dijî rêxistin û partiyên kurd ên li welêt kir û ragihand ku ewlehiya herêma Urmiyê ji ewlehiya gelek bajarên Îranê baştir e.

Ev nûçe bi tevahî 1983 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:50:38