Îran, Sûrîyê û PKKê li Rimêlan kombûn

Li Sûrîyê navbera pasdarên Îranê, berpirsên rejîma Sûrîyê û PKK'ê civînek pêk hat.

17 Adar 2017 - 10:10
17 Adar 2017 - 10:10
 0
Îran, Sûrîyê û PKKê li Rimêlan kombûn
Temsili resim

Berpirsên bilindên rejîma Sûrîyê û efserên supayê pasdarên Îranê, li nawçeya Rimêlan digel berpirsên bilind ên PKKê kombûne û astê hemahengîya emnî ya di navbera xwe da gotubêj kirine.

Azad Osman, endamê Yekîtîya Kurdên serbixwe li rojavayê Kurdistanê ragîhand; berîya du rojan, kombûnek ji bo gotubêj kirina dawî hemahengîya serbazî ya di navbera wan da û pêşhatên nû yên deverê, berpirsên bilindên rejîma Sûrîyê û efserên supayê pasdarên Îranê, li nawçeya Rimêlan ya rojava, digel berpirsên bilindên PKKê kombûne.

Da zanîn jî: kombûn temamkera kombûnên borî bû û têda behsa rizgar kirina Reqqe û radest kirina bajarê Minbic ji bo rejîma Sûrîyê û man û bihêz xistina PKKê li Şingal û derdora wê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1714 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:32:58