Rayedarê YNK'yî: Anîna hêzên biyanî li Kurdistan xiyanete

-Cîgirê berpirsê melbenda YNK li Xurmatû ragehand ku, her hêzeke Kurdistanî hêzeke derekî bîne ser xaka Kurdistanê bi xiyant tê binavkirin.

27 Mijdar 2017 - 04:18
27 Mijdar 2017 - 04:18
 0
Rayedarê YNK'yî: Anîna hêzên biyanî li Kurdistan xiyanete

Cîgirê berpirsê melbenda YNK li Xurmatû Hesen Baram ragihand ku, li Xurmatû tawanên şer hatin kirin û ew ceng cengekî bê berambere, hemû core çekan hatte bikaranîn, du hezar mal talan bûn û hatin şewtandin, nêzîkî 70 mal hatin teqandin, bi dehan kes birîndar bûn, zêdeyî 11 kesan şehîd bûn, 19 kargeh û xwaringeh talan bûn û zêdeyî 50 hezar welatî penaber bûn, herwiha di bûyerê de destdirêjî birin ser rûmeta mirovê kurd û sivkatî bi alaya Kurdistanê kirin.

Di berdevamiya axaftina xwe de wî berpirsê YNK got jî ku, her çiqas ti belge li ber destê min nine, lê her hêzeke Kurdistanî destê wî bi anîna hêzeke cîran bîne ser xaka Kurdistanê ew diçe lîsteya xiyneta niştimanî.

Herwiha aşkere kir ku, berpirsê yekemê yê vê bûyerê li navçeyên Kurdistanî Heyder Ebadî ye ji ber ku, di destûrê de nîne hêzê li djî gelê xwe bikarbîne.

Ev nûçe bi tevahî 1120 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:45:22