Rêveberiya Xweser mûçeyên karmendên xwe ji sedî sed zêde dike

êveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar da ku mûçeyên karmendên saziyên xwe ji sedî sed zêde bike.

28 Tebax 2023 - 04:56
28 Tebax 2023 - 04:56
 0
Rêveberiya Xweser mûçeyên karmendên xwe ji sedî sed zêde dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameya derbarê zêdekirina mûçeyên karmendên xwe de li ser malperên xwe yên fermî belav kir.

Li gorî biryarnameyê Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendên xwe ji sedî sed dike.

Mûçeyê herî kêm ê karmendên Rêveberiya Xweser dibe milyonek û 40 hezar lîreyî Sûrî (75 dolar).

Mûçeyê herî zêde jî ku yê mamosteyên zanîngehê ye dibe, 8 milyon û 222 hezar lîreyî Sûrî (590 dolar).

Li gorî biryarê mûçeyê karmendên bi girêbest jî ji sedî sed tê zêdekirin.

Di biryarnameyê de ji aliyên darayî yên saziyan hat xwestin ku ji 1ê Tebaxê ve mûçeyên karmendan li gorî biryara nû bidin.

Dawiya adara îsal Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendên xwe zêde kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1450 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:42:43