Rewşa Kerkûkê demkî ye...

Ji ber êrişa milîsên Haşdî Şabî û hêzên iraqî 6 partiyên tirkmen ji neçarî ji Kerkûkê derketin. Baregehên partiyan ji aliyê Haşdî Şabî ve hatine dagirkirin û endamên wan newêrin vegerin.

2 Mijdar 2017 - 03:09
2 Mijdar 2017 - 03:09
 0
Rewşa Kerkûkê demkî ye...

Partiyên Tirkmenî yên Herêma Kurdistanê, ji pêkhateyên Kerkûkê daxwaz dikin ku rê nedin rewşa bajar têk here. Serokê Partiya Gel a Tirkmenî Irfan Kerkûkî dibêje: "Pêkhateyên Kerkûkê bi taybetî xelkê tirkmen, aştîxwaz in û pêkvejiyanê dixwazin. Ji ber vê yekê em weke partiyeke tirkmenî daxwaz dikin ku xelkê me pêkvejiyanê biparêzin û dîroka xwe jibîr nekin."

Herwiha Serokê Partiya Demokrat a Tirkmenî ya Kurdistanê Dilşad Çawişlî jî got: "Ev rewşa ku bi ser Kerkûkê de hatiye, rewşeke demkî ye. Ji ber vê yekê em ji xelkê xwe û tirkmenan daxwaz dikin ku nebin alîgirê vê rewşê û hewl bidin xelkê biparêzin û biratiyê bihêz bikin."

Serokê Komeleya Lîberalên Tirkmenan Samî Ehmed Şebek jî di axaftina xwe de got: "Em dizanin armanca pêkanîna Haşdî Tirkmenî çi ye. Loma ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku cardin siyasetên xwe yên li hember Kerkûk û tirkmenan li ber çavan derbas bike. Ev rewşa Kerkûkê ne di berjewendiya tirkmenan de, ne jî di berjewendiya Tirkiyeyê de ye."

Ev nûçe bi tevahî 1698 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:14:28