Riha: Şofêrê ku wesayîta wî ket kanala avê wenda bû

Li navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, şofêrê ku wesayîta wî ket kanala avê wenda bû.

15 Tîrmeh 2023 - 04:34
15 Tîrmeh 2023 - 04:34
 0
Riha: Şofêrê ku wesayîta wî ket kanala avê wenda bû

Wesayîta bazirganî ya sivik a ku Nevaf Cantekîn ê 60 diajot, li nêzî gundê Sergen ê Wêranşarê ket kanala avdaniyê.

Li ser agahdarkirina qezayê tîmên cendirme, tendirustî û agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên rizgarkirinê ji bo Nevaf Cantekîn ê ku di avê de winda bû bibînin, di kanalê de dest bi lêgerînê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:13:16