Êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin

Baregeha Heşdî Şebiyê ya li Bexdayê hat bombebaran kirin û kuştî hene.

4 Çile 2024 - 09:19
4 Çile 2024 - 09:19
 0
Êrişî baregeha Heşdî Şebiyê hat kirin

Li gorî ragihandinan li Bexdayê dronekê baregeha Tevgera Nûcebayê ya ser bi Heşdî Şebiyê ve kir armanc.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de du berpirsên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Her wiha çavkanîyên li herêmê dan zanîn ku Fermandarê Lîwaya 12an a Heşdî Şebiyê Hacî Ebû Teqwa û fermanderekî din ê pilebilind di êrişê de hatine kuştin.

Li aliyê din, Heşdî Şebiyê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê îdia kir ku êriş ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Heşdî Şebiyê 2 fermandar hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1048 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:27:59