Roja hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê diyar bû

Hat ragihandin dê heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç roja pêncşemê bicivin.

23 Avrêl 2025 - 09:56
23 Avrêl 2025 - 09:56
 0
Roja hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Dadê diyar bû

Hatibû plankirin ku endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç  re 18ê Nîsanê biciviyana lê ber ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder civîn hatibû bipaşxistin.

Tê çaverêkirin civîna ku hatibû bipaşxistin 24ê Nîsanê li avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bê kirin.

Lê belê saeta civînê hîn nehatiye ragihandin.

Her wiha tê çaverêkirin ku Serokwekîlên Koma Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ozturk Turkdogan di nav heyeta DEM Partiyê de cih bigirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 279 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:11:31