Rojava: Grûpeke çekdar êrişî baregeha Amerîkayê kir

Grûpeke çekdar ji navçeya Zumarê yê Nînowayê bi mûşekan êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê kir.

21 Avrêl 2024 - 21:46
21 Avrêl 2024 - 21:46
 0
Rojava: Grûpeke çekdar êrişî baregeha Amerîkayê kir

Hêzên Amerîkayê yên li baregeha leşkerî bersiva êrişa mûşekî daye.

Çend çavkaniyan ji Rûdawê re ragihand ku êriş saet 10:00an hatiye kirin.

Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya bûye armanca êrişa mûşekî li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan, piştî êrişa mûşekî, balafirên şer ên Amerîkayê baregeha grûpa çekdar bombebaran kiriye.

Heta niha li ser zerer û ziyanan ti agahî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 849 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:31:07