Rojnamegerên Kurd hatin berdan

Rojnamegerên Kurd Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ku li Şama paytexta Sûriyeyê hatibû desteserkirin, hatin berdan.

2 Gulan 2025 - 10:34
2 Gulan 2025 - 10:34
 0
Rojnamegerên Kurd hatin berdan

Rojnameger Ekrem Salih û wêngirê wî Cûdî Hec Elî dema bûyerên li Taxa Sehnayeyê ya Şamê dişopandin pêwendî bi wan re qut bûbû û çarenivîsa wan ne diyar bû.

Paşê hat zanîn ku her du rojnamegerên Kurd ji aliyên hêzên asayişê yên Şamê ve hatine desteserkirin.

Tora Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê ji wezaretên Ragihandin û Karên Navxwe yên Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar xwest ku ji bo dîtina her du rojnamegeran zû kar were kirin.

Birêvebirê Ofîsa Têkiliyan a Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê Mihemed Elî Elrîfaî derbarê rojnamegerên Kurd daxuyanî da.

Mihemed Elî Elrîfaî da zanîn ku Ekrem Salih û wêngirê wî Cûdî Hec Elî hatin berdan.

Her wiha li gorî agahiyan hêzên ewlehiyê dest daniye ser kamera û kel û pelên wan ên din.

 

Ev nûçe bi tevahî 333 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:30:22