Êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê hat kirin

Îro zenga haydarkirinê li Devera Kesk a Bexdayê tê bihîstin, paşî êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tê kirin.

8 Berfanbar 2023 - 04:50
8 Berfanbar 2023 - 04:50
 0
Êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê hat kirin

Çend çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye ku, serê sibeha îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) çend moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk a Bexdayê keftine xwarê.

Wan çavkaniyên ewlehiyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî arastekirina moşekan, zenga haydarkirinê li derdora balyozxaneya Amerîkayê û li nav balyozxaneyê bi xwe jî hatiye çalakkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû zanyarên destpêkî, çend moşek bi balyozxaneyê jî keftine û rewşa ji nişkê ve hatiye ragehandin.

Heta niha çi kom û aliyan berpirsatiya xwe ji êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ranegehandiye.

Berî niha Bereyê Bergiriyê yê Îslamî ragehandibû ku, armanckirina Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ji ber wê yekê ye ku Amerîka piştevaniya Israîlê dike.

Ev nûçe bi tevahî 915 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:29:29