Rûsya hişyariyê dide Tirkiyê

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radighîne, ew ji daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê destpêkirina operasyoneke nû li bakurê rojhilatê Sûriyê dê rewşê aloztir bike.

20 Mijdar 2019 - 03:07
20 Mijdar 2019 - 03:07
 0
Rûsya hişyariyê dide Tirkiyê

Peyvdarê Wezareta Bergirî ya Rûsyayê Igor Konashenkov di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya pabendî rêkeftina di navbera Moskow û Enqere de, ya derbarê vekşandina hêzên Kurdî ji sînorê digel Tirkiyê bûye.

Diyar kir jî, ew ji daxûyaniyên Tirkiyê yên derbarê destpêkirina operasyonekê li dijî Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê matmayî mane û heger Tirkiye gefên xwe bicih bike, dê rewşê aloztir bike.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê diyar jî kir, ji bo aramkirina rewşê, ewê Polîsên Leşkerî yên zêdetir bişînin ser sînorê Tirkiyê.

Duhî Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihandibû, Rûsya û Amerîka xalên rêkeftinanan bicih nekirin e, ji ber vê yekê jî, heger ew encamên bi dilê xwe bi dest nexin, ewê dest bi operasyonek nû bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1208 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:43