Şaban: Em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin

Şêwirmenda Serokomariya Sûriyeyê Buseyna Şaban di axaftina xwe de ragihand ku em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin.

29 Adar 2018 - 04:45
29 Adar 2018 - 04:45
 0
Şaban: Em ê Amerîka û Tirkiye ji Sûriyeyê derxînin

Şêwirmenda Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad Buseyna Şaban di axaftina xwe de got: "Em ê hêzên amerîkî û Tirkiyeyê ji welatê xwe derxînin."

Buseyna Şaban di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em bi biryar in axa Sûriyeyê ji grûbên terorîst paqij bikin û hêzên amerîkî û yên tirk ji welatê xwe derxînin."

Hejayî gotinê ye ku rêvebiriya Sûriyeyê heta niha gelek caran daxwaza ji hêzên tirk û amerîkî kirine ku ji welatên wan vekişin, lê hê jî bi behaneya tekoşîna terorê hebûna xwe didomînin.

Ev nûçe bi tevahî 1539 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:21