Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin
Berdevkê Kar û Barên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, bi boneya 13 saliya Şoreşa 19ê Tîrmehê ragihand ku ew teslîmbûnê qebûl nakin û ji bo çareseriyê divê feraseta aliyên din biguhere.

Berdevkê Kar û Barên Derve yê PYDyê Salih Muslim ji MAyê re axivî.
Salih Muslim diyar kir ku wan li dijî feraseta netewe-dewletê projeya "neteweya demokratîk" bi pêş xistiye û got, "Me derî ji bo nasnameyên din ên wekî Suryan, Ereb û Asûriyan vekir."
“Çekên HSDyê ji bo parastinê ne”
Berdevkê Kar û Barên Derve yê PYDyê rexne li daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack girt û anî ziman ku nêrîna netewe - dewlet bingeha pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û got:
"Barrack dibêje 'Em ji bo Kurdan dewletek neteweyî naxwazin.' Ew hewl dide me neçar bike ku em teslîmî feraseta ku em li dijî wê şer dikin bibin."
Muslim li ser nîqaşên derbarê danîna çekan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî rawestiya û got, "Danîna çekan a HSDyê tê wateya ku hemû gelên li vir dê bi gefa komkujiyê re rû bi rû bimînin. Ev çek ji bo parastinê ne."
Siyasetmedarê Kurd bi bîr xist ku ew dê tevlî Sûriyeyeke ku ji aliyê xîlafetê ve tê birêvebirin nebin û got, "Ji ber vê yekê em diyaloga Rêber Ocalan a bi Tirkiyeyê re pir girîng dibînin."
Nûvekirina herî dawî: 13:50:25