Şanda Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeke ji Wezareta Derve ya Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

13 Çile 2018 - 07:24
13 Çile 2018 - 07:24
 0
Şanda Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şanda ku bi serokatiya Max Martîn du bi berpirsê PYDê Aldar Xelîl re hevdîtinek pêkanî.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, berpirsên PYDê ji şanda Amerîkî xwestine ku li Sûriyê sîstemeke federal were avakirin.

Şanda Amerîkî ku li Kobanî, Grî Spî û Reqayê bi endamên meclîsên wan bajaran re jî civiyan û hat ragihandin ku jinûveavakirina Reqayê jî hatiye axiftin.

Max Martîn di şanda Amerîkî ya bo Astanayê de bû, lê beşdarî civîna dawîn nebûbû.

Ev nûçe bi tevahî 1336 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:39