Şandeke payebilind a Amerîkayê bi peyameke Koşka Spî diçe Bexdayê

Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk a Iraqê, şandeke payebilind a Amerîkayê dê di demeke nêzîk de serdana Bexdayê bike û peyameke girîng a Koşka Spî bigihîne aliyên siyasî yên Iraqê.

20 Mijdar 2025 - 11:33
20 Mijdar 2025 - 11:33
 0
Şandeke payebilind a Amerîkayê bi peyameke Koşka Spî diçe Bexdayê

Çavkaniyekê ji Ajansa Nûçeyan a "Şefeq" re ragihand, şand ji kesayetiyên siyasî yên hikûmeta Amerîkayê pêk tê û dê peyama Washingtonê bigihîne hemû aliyên siyasî yên Iraqê. Heman çavkaniyê da zanîn ku armanca serdanê ew e ku " Washington zanibe li Iraqê çi diqewime."

Piştî ku Donald Trump dest bi kar kir, pêwendiyên di navbera Amerîka û Iraqê de ji aliyê dîplomatîk ve aloz bûne. Hevdîtinên bi Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Steven Fagin re hatine sînordarkirin û heta niha tenê carekê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re bi telefonê axiviye.

Ev ne cara yekem e ku şandeke Amerîkî serdana Iraqê dike. Di meha Tebaxa sala borî de jî, şandeke payebilind ji bo gotûbêjkirina vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregehên sereke yên Iraqê û mijarên aborî û enerjiyê serdana Bexdayê kiribû.

Ev pêşhat piştî wê yekê tê ku Serok Trump di 19ê Cotmehê de, Mark Savaya weke nûnerê xwe yê taybet ji bo karûbarên Iraqê destnîşan kiribû. Savaya, karsazekî Amerîkî yê bi eslê xwe Iraqî (Kildanî/Aşûrî) ye û ji ber piştgiriya xwe ji bo kampanyaya Trump tê naskirin.

Trump li ser platforma "Truth Social" nivîsîbû: "Têgihiştina kûr a Mark ji bo pêwendiyên Iraq û Amerîkayê û pêwendiyên wî yên berfireh li herêmê, dê alîkar be ji bo pêşxistina berjewendiyên gelê Amerîkayê."

 

Ev nûçe bi tevahî 5 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:39:06