Şandeyek ji Şamê li kêlgeha Konîko bi HSDê re civiya

Şandeyek ji hikûmeta Sûriyê serdana kêlgeha Konîko li gundewarê Dêrazorê kir û li ser pêkanîna peymana di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de gotûbêj kirin.

6 Gulan 2025 - 11:49
6 Gulan 2025 - 11:49
 0
Şandeyek ji Şamê li kêlgeha Konîko bi HSDê re civiya

Jêderekî leşkerî ji ajansa “North Press” re ragihand, şandeke Hikûmeta Sûrî serdana kêlgeha gazê ya Konîko li gundewarê Dêrazorê kiriye û ji aliyê şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatiye pêşwazîkirin.

Diyar kir jî, armanca serdanê gotûbêjkirina pêkanîna bendên rêkeftina ku di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de hatiye îmzekirin, bû.

Wî Jêderî herwiha eşkere kir, hewlên “dewleteke herêmî û yek navdewletî” ji bo temamkirina diyalogê û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Şam û Qamişlo de hene.

Wî jêderê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got jî, di civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna rêkeftina derbarê Bendava Tişrînê û bi temamî bêalîhiştina wê ji şerê leşkerî hatiye kirin.

Di demeke borî de, her du aliyan li hev kiribûn ku rêveberiya Bendava Tişrînê bibe rêveberiyeke sivîl û ji şerê leşkerî bê dûrxistin. Ev yek piştî wê hatibû ku bendav û derdora wê sê mehên li pey hev rastî êrîş û pevçûnên di navbera HSD ji aliyekî ve û komên çekdar ên girêdayî Enqerê ji aliyê din ve dihat.

Herwiha wî jêderî ew nûçeyên ku di medyayê de derbarê radestkirina baregehên leşkerî yên Omer (kêlgeha petrolê) û Konîko (kêlgeha gazê) ji Hikûmeta Sûrî re belav bûbûn, red kirin û da zanîn ku piraniya dema civînê ji bo gotûbêjkirina bendên rêkeftina ku di navbera Şera û Ebdî de hatiye îmzekirin hatiye terxankirin.

Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 368 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:44