Şaredarê AK Partiyê hat desteserkirin

Serokê Şaredariya Yahşihanê hat desteserkirin.

19 Îlon 2025 - 11:17
19 Îlon 2025 - 11:17
 0
Şaredarê AK Partiyê hat desteserkirin

Şaredarê navçeya Yahşihanê ya Kiriklaleyê yê AK Partiyê Ahmet Sungur danê sibehê li mala xwe hat desteserkirin.

Ahmet Sungur di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Kiriklaleyê de hatiye desteserkirin.

Hîn sedema desteserkirinê nehatiye ragihandin lê hat diyarkirin ku di operasyonê de hinek karsaz jî hatine desteserkirin.

Derbarê mijarê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 71 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:12:09