Şer bi giranî didome: 2 otomobîl û 12 motorsîklêtên bombekirî hatin teqandin

Hêzên iraqî îro di destpêka qonaxa sêyem a operasyona Mûsilê de, karîn rûbereke bi berfirehiya 10 kîlomterî ji destê DAIŞê derxînin û 2 otomobîl û 12 motorsîklêtên bombekirî jî biteqînin.Îro yekşemî 19ê Sibata 2017ê, qonaxa sêyem a operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê kir.

19 Sibat 2017 - 16:35
19 Sibat 2017 - 16:35
 0
Şer bi giranî didome: 2 otomobîl û 12 motorsîklêtên bombekirî hatin teqandin

Hêzên iraqî yên beşdar di operasyona Mûsilê de, hewl didin di vê qonaxa nû de, li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê pêşketinan bi dest bixin û taxên aliyê rastê bajêr jî ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.

Li gorî agahiyan, di roja yekem a operasyonên de karîne bi awayekê baş ber bi pêş ve biçin û rûbereke bi berfirehiya 10 kîlometrî kontrol bikin.

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemerî li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê ragihand: "Di vê qonaxa nû ya operasyona Mûsilê de, hêzên Polîsê Federalî, Heşda Şeibî, hêzên Bertekdana Bilez û hêzên Artêşa Iraqê beşdar in".

Ferhad Dolemerî got: "Ji destpêka qonaxa sêyem a operasyonê ve heta niha, hêzên iraqî karîne 7 gundan kontrol bikni".

Peyamnêrê me herwiha diyar kir: "Di yekemîn roja destpêkirina qonaxa sêyem a operasyona Mûsilê de, 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku 5 ji wan nîşangirên (qenan) wê rêxistinê bûn".

Bi gotina peyamnêrê me, helîkopterên cengî yên Artêşa Iraqê herwiha karîne di roja yekem a qonaxa sêyem a operasyonê de, "2 otomobîl û 12 motorsîklêtên bombekirî" biteqînin.

ferhad Dolemerî tekez kir, ku êrişa hêzên iraqî berdewam e û şerê navbera çekdarên DAIŞê û serbazên Iraqê jî bi giranî didome.

Ev nûçe bi tevahî 1621 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:38:08