Serok Barzanî bi peyamekî serxweşî da Fuad Husên
Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Fuad Husên sersaxî ji Wezîrê Derve yê Iraqê re xwest û xema xwe pê re parve kir.

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Carolina Montessori, hevjîna Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, peyameke hevxemiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî li Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kir û got: “Bi bihîştina nûçeya koça dawî ya hevjîna Fuad Husên gelekî xemgîn bûm” Herwiha xwe bi hevbeşê wî û malbatî wî zanî.
Herwiha Serok Barzanî Xwedayê mezin daxwaz kir ku giyanê xwedêjêrazî xanim Carolina bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbatê wê.
Nûvekirina herî dawî: 21:08:56