Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijaran kir.

28 Cotmeh 2024 - 07:15
28 Cotmeh 2024 - 07:15
 0
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê kir

Serok Mesûd Barzanî duh (Yekşem, 27.10.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî kir.

Di wê hevdîtinê de, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir.

Pêşhat û guhertinên siyasî û Ewlehî yên Îraq û deverê û rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û Parastina Ewlehî û tenahiya Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:33