Serok Barzanî û şanda hevpeymaniyên Hesim û Neynawayê hilbijartinên Iraqê nîqaş kirin

Serok Barzanî bi şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynawayê ji bo gelê wê re civiya.

19 Îlon 2025 - 11:03
19 Îlon 2025 - 11:03
 0
Serok Barzanî û şanda hevpeymaniyên Hesim û Neynawayê hilbijartinên Iraqê nîqaş kirin

Baregayê Barzanî doh (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ragihand, “Serok Barzanî li Pîrmamê bi şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynawayê ji bo gelê wê re civiya, ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî serokatiya dikir.”

Bargayê Barzanî amaje jî da, “Di wê civînê de rewşa siyasî ya Iraqê hat nîqaşkirin, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartinên bê yên Encûmena Nûnerên Iraqê li hev guhertin û tekez li ser hevahengiya aliyan ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî kir.”

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:02