Serok Barzanî û Şêx Cemal Elzarî rewşa Îraq û deverê nîqaş kir

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqê kir û di hevdîtinê de behsa pêşveçûn û rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin.

26 Cotmeh 2026 - 16:49
26 Cotmeh 2026 - 16:49
 0
Serok Barzanî û Şêx Cemal Elzarî rewşa Îraq û deverê nîqaş kir

Serok Mesûd Barzanî îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, li Pîrmamê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqê Şêx Cemal Elzarî kir.

Li gorî ragirandina Baregayê Barzanî, "Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşveçûn û rewşa siyasî ya Îraq û deverê li hev guhertin.

Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Îraqê herwesa tekez li ser pêdivîtiya hevahengiyên di navbera aliyan û tenahiya Îraqê jî kir."

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:52:46