Netanyahu hişyarî da Îranê: Me test nekin hûn dê rastî derbeke bêhempa bên
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî da Îranê da ku hilbijartinên Îsraîlê têk nede.

Netanyahu ji Îranê re got, "Me test nekin, hûn dê rastî derbeke bêhempa bên."
Nakokiya di navbera Netanyahu û artêşê de
Li gorî medyaya Îsraîlê, Netanyahu xwestiye beriya hilbijartinan êrişî Îranê bike lê Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr bersiveke tund daye wî û gotiye:
"Divê belgeyên me hebin ku Îran dixwaze êriş bike. Heke na em hema wisa êriş nakin."
Tê gotin ku Sererkanê Artêşa Îsraîlê ditirse û ew naxwaze Netanyahu şaşiyekê bike û rewşê careke din bibe ber bi alozî û şer ve.
Gefên li ser hilbijartinê
Netanyahu diyar kir ku wan agahiyên îstixbaratî bi dest xistine û îdia kir ku Îran û komên nêzîkî wê dixwazin beriya hilbijartinên 27ê vê mehê êrişî Îsraîlê bikin.
Bi gotina Netanyahu armanca wan ew e ku hilbijartinê têk bidin.
Netanyahu gef xwar û got, "Me test nekin. Hûn dê rastî derbeke ew qasî giran û bêhempa bên ku bi kiryarên we re nehevseng be."
Netanyahu destnîşan kir ku welat mijûlî hilbijartinan e lê artêşa Îsraîlê di amadebaşiya temam de ye.
Wî anî zimên ku artêş him ji bo parastinê û him jî ji bo êrişkirinê amade ye.
Wêneyê bombeya atom
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kempîna xwe ya hilbijartinê de wêneyek belav kir.
Ew wêne bi hişê çêkirî hatiye amadekirin û di wêneyê de tê dîtin ku Tel Evîv bi bombeya atom hatiye bombebarankirin.
Netanyahu li bin wêneyê ev peyam nivîsî, "Tenê ez dikarim Îsraîlê ji holokosteke din biparêzim."
Wî bi vê yekê wî bal kişand ser gefa li ser hebûna welêt.
Beriya niha Netanyahu di axaftinên xwe de digot wî Îsraîl gelekî bihêz kiriye û ti kes nikare gefê li hebûna wan bixwe.
Lê belê niha rexneyên tund li kabîneya wî tên kirin.
Netanyahu li dijî van rexneyan pirseke balkêş kir û got, "Heke du bombeyên atom li navenda Îsraîlê werin avêtin, gelo êdî ev nakokiyên navxweyî çi qasî girîng in?"
Nûvekirina herî dawî: 10:17:40






































































































































































