Serok Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina doza Kurd ji bo aştiya navçeyê girîng e
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li duyem roja Dîdara Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî Kurdistan li Duhokê gotarek derbarê rewşa ewlehiya navçeyê pêşkêş kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne tenê ewlehî û pêwendiyên welatên navçeyê rastî qeyranê kirine, belkû li ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî bûne gef. Ewê li navçeyê rû dide, ji encama şaşîtiyeke kevin û nexşeya geopolîtîk ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem e, ku komek pirsgirêkên siyasî li navçeyê bî çareserî hiştin, ji wan jî doza Kurd e.”
Ragihand jî: “Doza Kurd, pirsgirêkeke mezin e û çareserkirina wê jî, beşeke girîng a aştiyê ye li navçeyê. Herwiha pirsgirêka pêkhateyên din jî ji piştî şer derketin. Ji bilî vê jî, nearamiya Rojhilata Navîn vedigere komek hokar, ku di salên paşîn de bûne sedema giriftên zêdetir li navşçeyê peyda bibin, ji wan jî têkçûna hevsengiyê li navçeyê. Piştî Buhara Erebî û rûxandina rêjîmê berê, rola hin welatan li navçeyê bi şûn ve çûn. Dewlet ketin rikberiyê û ev bûne sedema dirustbûna şerê bi wekalet û milmilaneyên navxweyî. Zemîne ji bo destêwedana serbazî ya navdewletî hat çêkirin. Herwiha bû sedema germbûna şer û kêmbûna derfetên miyanrewiyê, ji ber ku dewletan li şûna girtina rola miyanrew, bûne beşek ji şer.”
Herwiha got: “Wê yekê jî, mîkanîzma çareserkirina aştiyane bi yekcarê kêm kiriye. Nakokiyên mezhebî û nebûna keltura lêborîn û pêkvejiyanê jî, sedemên din in. Têgihîştina damargîrî ya mezhebî û baweriya tolhildana kevin, bûne zemîneyeke libar ku şer û milmilaneya li ser desthilatê li navçeyê germ bibin.”
Ragihand: “Teror li navçeyê û li cîhanê, gefeke sereke li ser aştî û ewlehiyê ye, riyên rûbirûbûna terorê jî pirsgirêkan dirust dike. Nebûne binemaya çaksaziya aborî, siyasî, perwerdeyî û civakî bo rûbirûbûna terorê û piştbestina bi riyên serbazî bo hişkirina jêderên terorê, bixwe pirsgirêk e û dibe hokar bo berhemanîna terorê.”
Nûvekirina herî dawî: 18:20:54