Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê rola artêşa Amerîkayê ya parastina herêma Kurdistanê de belav kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê daxuyanî waha ye;
Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetiya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Beis ya li sala 2003 û têkşikandina gruba terorîstiya DAIŞê li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbaniyê dane û berevaniyê li Herêma Kurdistanê kirine.
Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestiyên siyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.10.2019
Nûvekirina herî dawî: 14:08:49