Serokê Şaredariya Beykozê hat desteserkirin

Li parêzgeha Stenbolê Serokê Şaredariya Beykozê Alaattîn Koseler û 20 kesên din bi tohmeta “sextekarî di îhaleyan de kiriye” hatin desteserkirin.

27 Sibat 2025 - 11:14
27 Sibat 2025 - 11:14
 0
Serokê Şaredariya Beykozê hat desteserkirin

Dozgeriya Komarî ya Beykozyê ve bi tohemta "sextekariya di îhaleyê de" derbarê Serokê Şaredariya Beykozyê Alaattîn Koseler biryara desteserkirinê derxist

Her wiha li dijî 17 kesên din jî bi tohmeta "sextekariya di îhaleyê de" û "avakirina rêxistinê bi armanca sûc, endamtî û alîkariyê"destseserkırinê hat dayîn.

Li gorî vê biryarê, ji aliyê tîmên Rêveberiya Têkoşîna li dijî Sûcên Malî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ve KOseler û 20 kesên din hatin desteserkirin.

Tîmên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya Vatanê.

Her wiha hat zanîn ku lêgerîna tîmên polîsan a li avahiya Şaredariya Beykozyê berdewam dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:51:51