Serokkomarê Tirkiyeyê tê Hewlêrê

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo serdanê bê Hewlêrê û Bexdayê.

7 Cotmeh 2023 - 16:22
7 Cotmeh 2023 - 16:22
 0
Serokkomarê Tirkiyeyê tê Hewlêrê

Ji Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Rencderan jî ji bo Kongreya Mezin a Awarte ya AK Partiyê hatibûn vexwendin.

Ji Îraqê jî Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Komîsyona Heşdî Şeibî Falih Feyyaz, Serokê Hevpeymaniya Sune Xemîs Xençer û berpirsên Eniya Tirkmenan a Îraqê amade bûn.

Nûnerên partiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo kongreyê amadebûn bi Erdogan re civiyan.

Di civînê de Serokkomar Erdogan diyar kiriye ku dê di demek nêzîk de were Îraq û Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din Erdogan ji Sîdad Barzanî xwest ku slavên wî li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bike.

Erdogan herwiha gotiye ku ew rijd in li ser bicihkirina rêya geşepêdanê ku hêla hesin a di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 704 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:18:15