Serokomarê Iraqê ji parlamentoyê xwest ku lezê bide pesendkirina projeyasaya petrol û gazê

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina pesendkirina yasaya petrol û gazê kir û amaje bi wê yekê kir ku pesendkirina vê yasayê, ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de giring e.

29 Adar 2023 - 07:30
29 Adar 2023 - 07:30
 0
Serokomarê Iraqê ji parlamentoyê xwest ku lezê bide pesendkirina projeyasaya petrol û gazê

Ofîsa ragihandinê ya Serokomarê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomar Ebdulletîf Reşîd duhî 28ê Adara 2023an li Bexdayê pêşwazî li Serokê Komîta Petrol, Gaz û Samanên Sirûştî a Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî, cîgirên wî û hejmarek ji endamên komîteyê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokomar di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina pesendkirina yasaya petrol û gazê kir, ku serwet û samanên niştimanî Iraqî bi awayekî dadperwer û wekhev li Iraqiyan bên belav kirin.

Her wiha Ebdulletîf Reşîd tekezî li ser wê yekê kir ku pesendkirina yasaya petrol û gazê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de girîng e.

Ev nûçe bi tevahî 719 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:48:57