Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cîgirê Rêveberê Kompaniya Somoyê diyar kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hemdî Şingalî ji bo postê Cîgirê Rêveberê Kompaniya Somo diyar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hemdî Şingalî ji bo postê Cîgirê Rêveberê Kompaniya Somo diyar kir û piştî rizamendiya Serokwezîrê Iraqê û derkirina fermana wezarî ji aliyê Wezareta Petrolê ya Iraqê ve, li Kompaniya Somo dest bi kar kir.
Roja Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand: “Li gor rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, ji bo ku Kompaniya Somo rewatiya federaliyê wergire û nûnerê Herêmê di nav rêveberiya kompanyayê de amade be, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Dr. Hemdî Îlyas (Hemdî Şingalî) wek Cîgirê Rêveberê Kompanyaya Somo diyar kir.”
Pêşewa Hewramanî her wiha ragihand: “Piştî rizamendiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Wezareta Petrolê ya Iraqê fermanek derxist û wî di Kompaniya Somoyê de dest bi kar kir.”
Dr. Hemdî Şingal di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî nûnerê taybet ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên pêwendiyên welatên Erebî hatibû destnîşankirin û berê jî, Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Navdewletî yê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bû û xwedî doktoraya yasaya avakirina dewletê ye.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:06