Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2023an pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda pê re kir.

3 Gulan 2023 - 10:26
3 Gulan 2023 - 10:26
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê dike

Di civînê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romanawsky û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Irvin Hicks amade bûn, behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dostane yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin kirin.

Mijara sereke ya hevdîtinê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû û her du alî hevdeng bûn ku divê rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi zûtirîn dem were cîbicîkirin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike û êdî welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî zirarê nebînin.

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di dema xwe de bên kirin û ji bo vê mebestê jî, me amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû hêsankariyan nîşan daye.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa wê navçeyê, derketina mîlîşya û grûpên çekdar ên neyasayî û vegera koçberan bo cihên xwe de hatin kirin.

Ev nûçe bi tevahî 607 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:29