Serokwezîrê Libnanê Axaftinên Hesên Rûhanî bertek nîşan da

Serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî bertek nîşanî axaftinên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dan û got: 'Gotinên wî nayê qebûlkirin.'

24 Cotmeh 2017 - 03:51
24 Cotmeh 2017 - 03:51
 0
Serokwezîrê Libnanê Axaftinên Hesên Rûhanî bertek nîşan da

Serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî li ser medya civakî axaftinên Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî yên derheqê Libnanê rexne kir. Herîrî di peyama xwe de got: "Axaftina Rûhanî nayê qebûlkirin. Libnan welatekî ereb ku wesayetê qebûl nake û ji rûmeta xwe tavîzê nade."

Rûhanî duhî di axaftineke xwe ya televîzyonê de gotibû: "Li gorî demên berê rol û bandora Îranê li herêmê bihêztir dibe. Bêyî hebûna Îranê ti kes nikare li ser Iraq, Sûriye, Libnan û Kendava Îranê biryarê bide."

Ev nûçe bi tevahî 1625 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:50:08