Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Dr. Elî Qeredaxî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Dr. Elî Qeredaxî dike, bi helkeftina hilbijartina wî wekî Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilamanan.

9 Çile 2024 - 04:39
9 Çile 2024 - 04:39
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Dr. Elî Qeredaxî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) bi rêya tilefonê peywendî bi Dr. Elî Qeredaxî re kir û serkeftina karên Kongireya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan û hilbijartina wî wekî serokê wê yekîtiyê lê pîroz kirin, herwesa daxwaza serkeftinê jê re kir, pêxemetî xizmetkirina ola Îslamê û daxwazkirina mafên gelên stemlêkirî û di nav wan de jî gelê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan rêz û spasiyên xwe û Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan ji bo peywendî û pîrozbahiyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kirin.

Di Kongireyê Şeşê yê Yekîtiya Cîhanî ya Musilmanan de ku li Dewheya paytexta Qeterê hat kirin, Dr. Elî Qeredaxî 91% ya dengên pişkdarên Kongireya Şeşê ya Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan wergirtin û wekî Serokê wê yekîtiyê hat hilbijartin ku pêştir Yûsif Qerezawî heta mirina xwe serokê wê bû.

Ev nûçe bi tevahî 613 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:33