Sersaxî Ji Malbata Birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim Re

Mamosteyê zimanê kurdî , nivîskar , parlamenterê berê birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Diyarbekirê wefat kir.

27 Adar 2021 - 04:02
27 Adar 2021 - 04:02
 0
Sersaxî Ji Malbata Birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim Re

2 Roj berê xwîn rijiyabû ser mejiyê birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim û rewşa wî xerab bibû.

Birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Diyarbekirê di nexweşxaneyeke taybet de dihat dermankirin, lê mixabin îro(26.03.2021) jîyana xwe ji dest da.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û hezkirîyên birêz Prof. Dr. Kadrî Yildirim re dixwazin.Serê gelê me sax be.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 1138 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:56:56