Sibe Serok Barzanî serdana Bexdayê dike

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e sibe Pêncşemê Serok Barzanî serdana Bexdayê bike û li gel serkirdeyên Iraqî bicive.

21 Mijdar 2018 - 13:04
21 Mijdar 2018 - 13:04
 0
Sibe Serok Barzanî serdana Bexdayê dike

Hatiye zanîn ku Serok Barzanî wê di serdanê de, behsa piroseya siyasî li Iraqê û çarekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê piştî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê tê ku Adil Ebdilmehdî serokatiya wê dike û berî niha Serok Barzanî piştevaniya xwe bo Hikûmeta wî ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 1119 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:03