Şirketa petrolê ya Amerîkî xebatên xwe yên Kurdistan rawestand

Şirketa neftê Chevron xebatên xwe yên herêma Kurdistan rawestand.

20 Cotmeh 2017 - 06:24
20 Cotmeh 2017 - 06:24
 0
Şirketa petrolê ya Amerîkî xebatên xwe yên Kurdistan rawestand

Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê, nûnerê şirketa Chevronê di axaftina xwe de got: "Em niha rewşa Herêma Kurdistanê dişopînin. Kengî rewş dîsa pêkan bû em ê dest bi xebatên xwe bikin."

Nûnerê Chevronê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di rojên pêş de em ê hinek xebatkarên xwe ji herêmê tehliye bikin."

Şirketa Chevronê di sala 2012an de bêyî destûra hikûmeta Navendî bi Hewlêrê re peyman çêkiribû û li herêmê dest bixebatên lêgerîna petrolê kiribû. Lê hê şirketê li Kurdistanê dest bi hilberîna petrolê nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1449 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:37:31