Îsraîlê çend cih li derdora Şamê kirin armanc

Medyaya Sûriyê belav kir, sîstema berevaniyê ya Sûriyê rûbirûyî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê bû û hejmarek mûşek xistin xwarê.

29 Sibat 2024 - 02:59
29 Sibat 2024 - 02:59
 0
Îsraîlê çend cih li derdora Şamê kirin armanc

Li gor ajansa “Şam FM” ya Sûriyê, êrişên Îsraîlê bajarokê Hecîra û xaleke li ser rêya bajarê Seyda Zeyneb kirin armanc.

Li gorî zanyariyên destpêkê, ziyanên canî hene û tîmên agirkujê jî piştî bilindbûna dûman, ber bi cihê êrîşê ve çûn.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmeha sala 2023an de, artêşa Îsraîlê çendîn caran êrîşî Şamê kir û serkirdeyên Hemas, Hizbullaha Lubnanî û Pasdarên Îranê kirin armanc.

Ev nûçe bi tevahî 1042 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:18:21