Îsraîl: Pêşaniya me rêgirtina zirardayîna kurdan e

Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz li Telavîzê di di derbarê bûyerên ku van demên borî de li herêma Kurdistanê de qewimîn hinek nirxandin kir û axaftina xwe de ragihand ku armanca me ya pêşî rêgirtina êrişên ser kurdan e.

23 Cotmeh 2017 - 04:24
23 Cotmeh 2017 - 04:24
 0
Îsraîl: Pêşaniya me rêgirtina zirardayîna kurdan e

Li gorî nûçeya rojnameya Jeruselam Postê ku navenda wê li Qudsê ye, Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz li Telavîzê di axaftina xwe ya radyoyekî de got: "Qismekî rêvebirên Iraq, Îran û Tirkiyeyê dixwazin zirarê bidin kurdan, armanca Îsraîlê ya pêşî kur ê li ber vê zirarê bigre."

Îsrael Katz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha Serokwezîr Benjamîn Netanyahu bi Amerîka, Rûsya, Almanya û Fransayê re di nava pêwendiyan de ye û hewl dide rê li ber zirardana kurdan bigre."

Ev nûçe bi tevahî 2120 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:26:27