Sûriyê: Bila PYD di nav şanda rêjîmê de tevlî civîna Cinêvê bibe

Endamekî rêveberiya opozîsyona Sûriyê dibêje, nabe PYD di nav şanda opozîsyonê de tevlî civînên Cinêvê bibe, eger tevlî civînê bû bila di nav şanda rêjîmê de tevlî bibe.

2 Sibat 2017 - 04:44
2 Sibat 2017 - 04:44
 0
Sûriyê: Bila PYD di nav şanda rêjîmê de tevlî civîna Cinêvê bibe

Careke din opozîsyon û rêjîma Sûriyê li bajraê Cinêvê yê Swîsra li hev dicivin û li ser dîtina çareyeke siyasî bo kirîz û şerê Sûriyê dest bi gotûbêjan dikin. Civîn dê roja 20 vê mehê dest pê bike.

Heta niha nayê zanîn Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ku Kurdistana Rojava birêve dibe, dê tevlî civîna Cinêvê bibe yan na.

Derheqê wê yekê de, endamê rêveberiya opozîsyona Sûriyê Mihemed Sebra gotiye, nabe PYD di nav şanda opozîsyonê de cîh bigire. Eger PYD bixwaze tevlî civînê bibe divê di nav şanda rêjîma Sûriyê de tevlî bibe.

Li gorî wî rayedarê opozîsyona Sûriyê, PYD hevkarê rêjîma Sûriyê ye ji ber ku heta niha jî sazî û dezgehên rêjîmê li kantonên PYDê mane.

Ev nûçe bi tevahî 1423 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:11:22