Sûriye : Artêşa Sûriyê derbasî Eyn Fîceyê bû

Devera Eyn Fîceyê li Wadî Bereda bi rêkeftinekê li aliyê artêşa Sûriyê ve hate kontrolkrin.

28 Çile 2017 - 08:53
28 Çile 2017 - 08:53
 0
Sûriye : Artêşa Sûriyê derbasî Eyn Fîceyê bû

Ajansa “Rueters” belav kiriye, artêşa Sûriyê derbasî devera Eyn Fîceyê li Wadî Bereda li rojavayê gundewarê şamê bû, piştî rêkeftinekê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên opozîsyona çekdar li wê deverê, ku di encamê de hêzên opozîsyonê xwe ji wê deverê vekişandin.

Li gor rêkeftinê, dê ava vexwarinê ji nû ve bo Şamê bê şandin, li hemberê çekdarên opozîsyonê dê bi çekên xwe ji wê deverê derkevin û berve parazgeha Idlibê biçin.

Devera Eyn Fîceyê, jêdera sereke ya peydakirina avê ji bo taxên Şama paytexta Sûriyê ye, ji encama şer û pevçûnan, nêzîkî mehekê ye av ji ser çend taxan hatibû birîn.

Ev nûçe bi tevahî 1811 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:32:11