Sûdanî daxwaz kir Balyoza Swêdê Iraqê biterikîne

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi biryarekê Wezareta Derve erkdar kiriye ku Balyoza Sêwdê Iraqê biterikîne.

20 Tîrmeh 2023 - 09:31
20 Tîrmeh 2023 - 09:31
 0
Sûdanî daxwaz kir Balyoza Swêdê Iraqê biterikîne

Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Sehaf îro ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye Wezareta Derve ya Iraqê ku wek bertek û nerazîbûn li dijî rêdana bi şewitandina Quranê û bêrêziya li hember pîroziyên Îslamê û Ala Iraqê li ser axa xwe, Balyoza Swêdê ji Iraqê bê derxistin.

Sûdanî herwiha ji Wezareta Derve ya Iraqê xwestiye ku Karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholê jî bo welat vegerîne.

Ev nûçe bi tevahî 893 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:56