Sûdanî: Em êrîş û destdirêjiyên welatên cîran red dikin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, ew êrîş û destdirêjiyên welatên cîran (Tirkiye û Îran) red dikin.

22 Mijdar 2022 - 15:25
22 Mijdar 2022 - 15:25
 0
Sûdanî: Em êrîş û destdirêjiyên welatên cîran red dikin

Mihemed Şiya Sûdanî îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di çend rojên bê de Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê dê derbarê êrîşan de bicive.

Sûdanî herwiha got: “Êrîş bêyî destûr hatine kirin û em ji binî ve destdirêjiyan red dikin, çi Îran be, çi jî Tirkiye be.”

Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê di çend rojan de bicive û wan daxwaza lêkolînê kirine li ser hebûna hêzên fermî yên Iraqê li sînor, ku astengî hene û divê derbas bibin, da ku biryar were cîbicîkirin û hêz li wan deveran werin belavkirin.

Duh Komara Îslamî ya Îranê bi rêya dron û mûşekan, çend kampên niştecîbûn û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin armanc.

Li gor amarên herî dawî, di encama êrîşa Îranê de pêşmergeyekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yê bi navê Behzad şehîd bû.

Ev nûçe bi tevahî 581 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:53:17