Sûdanî: Em rê nadin ku Iraq were kişandin nav şer

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê tekezî li ser parastina welat ji her cure şerekî herêmî kir. Herwiha Sûdanî her wiha biryara guhertineke rîşeyî di îstîxbarata Deşta Neynewayê de da.

5 Adar 2026 - 13:25
5 Adar 2026 - 13:25
 0
Sûdanî: Em rê nadin ku Iraq were kişandin nav şer

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî serdana baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir. Sûdanî li wir serokatiya civîneke bilind a ewlehiyê kir, ku tê de Wezîrê Navxwe, Serokê Erkanê Artêşê û serokên dezgehên djetiror û îstîxbaratê amade bûn.

Di civînê de, daxuyaniyên derbarê rewşa ewlehiyê ya parêzgehan û geşedanên dawî yên herêmê hatin guhertin. Sûdanî bi tundî hişyarî da û got: "Ew rê nadin ti hewldanekê ku bixwaze Iraqê bikişîne nav şer yan jî aramiya welat têk bibe."

Sûdanî herwiha destnîşan kir, hêzên çekdar dê ji bo xurtkirina asayîşa niştimanî û parastina berjewendiyên bilind ên welat di amadebaşiyê de bin.

Sûdanî daxwaz ji fermandarên ewlehiyê kir ku berjewendiya Iraqê bixin ser her tiştî û rê nedin ti aliyekî ku welat ber bi pevçûnan ve bibe. Fermandarê Giştî ferman da ku "lêpirsîn ligel her alî yan karmendekî ewlehiyê were kirin, ku di erkê xwe de xemsarî kiribe," bi taybetî di vê qonaxa hestiyar a ku navçe tê re derbas dibe.

Yek ji biryarên giring ên civînê, encamdana guhertinên rîşeyî di îstîxbarata Deşta Neynewayê de bû. Ev gav wekî hewildanekê ji bo xurtkirina kontrola ewlehiyê li wan deveran tê dîtin ku metirsiya êrîşan lê heye.

Ev biryar û hişyariyên Sûdanî piştî wê yekê tên, roja 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşeke berfireh birin ser axa Îranê. Di bersivê de Îranê jî bi mûşekan li Îsraîlê û bingehên Amerîkayê yên li herêmê xist. Iraq hewl dide xwe ji agirê vê rûbirûbûna mezin biparêze.

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:33:53