Sûdanî: Lêkolîna me li ser diziya 2,5 mîlyar dolar bacê didome

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja sêşemê 01.11.2022an got ku tedbîrên vegerandina pereyên bacê yên dizî berdewam dikin.

2 Mijdar 2022 - 04:59
2 Mijdar 2022 - 04:59
 0
Sûdanî: Lêkolîna me li ser diziya 2,5 mîlyar dolar bacê didome

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya civîneke asayî ya Encûmena Wezîran a Federalî kir û çendîn pêşniyar ji bo dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji welatiyên xwe re pêşkêş kirin.

Sûdanî got ku tedbîrên hikûmeta wî ji bo vegerandina 2,5 milyar dolarên ku ji sekreteriya bacê ya dewletê hatine dizîn berdewam dikin û rojane têne şopandin.

Serokwezîr got ku ew bi demê re hevrikiyê dikin da ku xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyên Iraqî bikin.

Sûdanî got ku divê hemû ajansên ewlekarî ji nakokiyên navxweyî û danûstandinên siyasî dûr bisekinin da ku rewşa ewlehiyê li welat biparêzin.

Herwiha Sûdanî tekez kir ku hikûmeta nû ya Iraqê piştevaniya navdewletî heye ji bo bidestxistina serkeftinên pêwîst.

Ev nûçe bi tevahî 520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:20:06