Tehran piştevana sereke ya terorê ye.

Ajansa “Rueters” belav kir, Cubêr di Konferansa Asayişa Cîhanê de ragihand, Îran piştevana sereke ya terora cîhanê ye biryara têkdana sîstema Rojhilata Navîn dide û heger Îran siyaset û kiryarên xwe neguhêre, zehmet e danûstandinê pê re bikin.

20 Sibat 2017 - 14:00
20 Sibat 2017 - 14:00
 0
 Tehran piştevana sereke ya terorê ye.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr vexwandina Îranê bo diyalogê red kir û ragihand, Tehran piştevana sereke ya terorê ye, hêza ne aramiya Rojhilata Navîn e û dixwaze me jinav bibe.

Ajansa “Rueters” belav kir, Cubêr di Konferansa Asayişa Cîhanê de ragihand, Îran piştevana sereke ya terora cîhanê ye biryara têkdana sîstema Rojhilata Navîn dide û heger Îran siyaset û kiryarên xwe neguhêre, zehmet e danûstandinê pê re bikin.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê derbarê rola Îranê li Rojhilata Navîn de got jî: “Îran piştevaniyê dide rêjîma Esed û hevkariya darayî dide Hosiyên Yemenê yên cudaxwaz û alîkariya grûpên tundrew yên navçê dike.”

Di dawî axaftina xwe ya derbarê Îranê de, Cubêr ragihand, pêwîst e civaka navdewletî “Hêla Sor” ji bo kiryarên Îranê re diyar bike.

Ev nûçe bi tevahî 1847 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:07