Tendirustiya Efrînê: 150 welatiyên sivîl li Efrînê şehîdbûne

Hevseroka civata tendirustiya Herêma Efrînê ragehand ku, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê 150 welatiyên sivîl şehîd bûne.

3 Sibat 2018 - 14:54
3 Sibat 2018 - 14:54
 0
Tendirustiya Efrînê: 150 welatiyên sivîl li Efrînê şehîdbûne

Îro, Şemiyê 3.2.2018 hevseroka civata tendirustiya Herêma Efrînê Engêla Reşo di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, di roja 14emîn a operasyona Tirkiyê li ser bajarê Efrînê 150 welatiyên sivîl şehîdbûne û 298 jî birîndar bûne.

Herwiha Reşo daxwaz ji rêxistiyên navdewletî kir, ku serdana Efrînê bikin daku rewşa xelkê wî bajarî ji nêzîk ve bibînin û got: "Piraniya kesên bûne qurbanî, jin û zarok in".

Operasyona artêşa Tirkiyê ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê, ket roja xwe ya 14an de û heya niha, artêşa Tirkiyê ti pêşveçûneke berbiçav tomar nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1356 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:19:48